derbarê me |  Têkilî 

کوردی |  العربية  | Kurdi

Dezgeha Xandan bo pexş û weşandinê di êlûna sala 2003-î de bi hewl û keda jimarek Rojnameban û ronakbîrên bajarê Silêmaniyê li  Kurdistanê hate damezrandin .

Xandan hewl dide, bi riya belavokên xwe xizmeteka ragihandinê pişt siparî bi binemayên pîşeyî pêşkêş bike, û li gor wan belavkirinên zanyariyên azad beşdariyê di dirustkirina rayeka giştî ya agahdar li pirsgirêkên civak û pirsên giştî dike. Her weha radibe bi lidarxistina çalakîyên ronakbîrî bi armanca payedarkirina çanda diyalog û hişyariya demokrasî, di riya kongir û workşop û semînaran .

Xandan ji destpêka damezrandina xwe ve rezamendîya yasayî ji aliyê wezareta rewşenbîriyê li Herêma Kurdistanê wergirtiye, piştî berfirehbûna çalakiyên wê li ser asta Iraqê , rezamendiya wezareta karubarê civaka sivîl wergirt.

Em dikarin armancên dezgeha Xandan bi vî awayî nişan bikin:

*  avekirina civakeke zanyarî bi riya pêşkêş kirina xizmetên çapemeniya rastoxwe û konfrans û workşopên rojnamevanî.

* peşdarî kirin di duristkirina raya giştî li ser asta Kurdistan û Iraqê.

* Belavkirina çanda demokrasî û behayên lêbihurînê di civaka Iraqî de.

* belavkirina çanda diyalog û hevudû qebûl kirinê.

*beşdarîya di afirandin raya giştî ya Kurdistanî û Iraqî

 

*belavkirina rewşenbîriya demokrasîyê û afirandina lêborînê di civakê de.

 

Belavokên Xandan:

* Rojnameya ASO ya rojane ku ji nîsana sala  2004 ve derdikeve, û li Bexda û Kurdistanê tê belav kirin.

* Rojnameya Kupru (pirr) ku bi zimanê Turkmenî û Erebî ji sala 2006 ve derdikeve û li Kerkûk û navçeyên ku Turkman têde ne li Mûsil û Tekrît tê belav kirin.

* Kovara Al Isbu`ye, ya ku heftane bi zimanê Erebî derdikeve, û nivîsîngehên wê li Bexda, Beyrût û Kurdistan hene, û li Iraq û welatên navçeyê û London û Stockholm tê belav kirin.

 

çalakiyên ronakbîrî:

* pêkanîna sê xulên rahênana Rojnamevanî li Silêmaniyê, ku du xul ji wan bi alîkariya (Peymangeha Rojnamevanên şer û Aştiyê) ya Birîtanî bûn, her weha workşopek bo rojnamevaniya aborî bi alîkariya (Rêxistina Press Now) ya Holandî bû.

* pêkanîna xuleka rahênana rojnamevanî jibo rojnamevanên hemû neteweyên Kerkûkê, ku heftiyekê dom kir. Her weha lidarxistina workşopek bo nûçegehanan bi alîkariya (Peymangeha Rojnamevanên şer û Aştiyê) ya Birîtanî.

* Semînar û heftiyên ronakbîrî û ramanî li kerkûk û Silêmaniyê.

* Workşop bo pêşxistina karê Rojnamevanî.

Nivîsîngehên Dezgeha Xandan li parêzgehên Kurdistan, Bexda û Beyrûtê hene, û nivîser û rojnamevanên hemû neteweyan têde kar dikin.


  All Right Reserved 2008© asoxandan.com